Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Taxa Barzeh ya Şamê Bomberan Dikin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê êrîş birin ser taxeke girîng ya paytaxt Şamê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, hêzên leşkerî taxa Barzeh bomberan kirin ku tê zanîn serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esed lê vedişerin.

Ajansa Associated Press radigihîne ku jimareke kes di encama êrîşa muşekan de hatine kuştin.

Dewleta Surîyê nahêle ku rojnamevanên bîyanî li seranser wî welatî bixebitin. Loma jî rastandina nûçeyên wiha pir dijwar e.

Tevî ku serhildayan herêmên girîng yên welêt xistine bin kontrola xwe, artêşa Esed hîn jî paytaxt Şamê kontol dikin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, pirtir jî 70 hezar kes ji destpêbûna şerê navxweyî vir ve, anku ji Adara 2011’ê vir ve li Sûrîyê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG