Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Dîmenek ji bajarê Helebê
Bizavkarên Sûrî dibêjin, di şerekî navbera hêzên hikûmetê û yên serhildayan de, herî kêm 50 kes li parêzgeha Daraa ya başûr hatine kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, ji nîvî pirtir qurbanî kesên sîvîl in.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha ragihand ku şer roja Çarşemê qewimî, dema hêzên dilsozê Serokê Sûrî Beşar Esed êrîşek birin ser bajarokê Sanamein ku serhildayan ji wê derê derxînin.

Li gor heman rêxistinê, 29 kesên kuştî sîvîl, 16 serhilda û 9 jî çekdarên girêdayî Beşar Esed in.

Bi zelalî kifş nebû ku kîjan alî êrîşî sîvîlan kirin û ew kuştin.
XS
SM
MD
LG