Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî: Çareserîya Sekinandina Şer Çûyîna Esed e


Hevalbendîya opozîsyona Sûrî bersîva banga Amerîka û Rûsya ya danûstandinên aştîyê da.

Berdevkê Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê Xalid Salih ji Stenbolê bersîva pirsên Dengê Amerêka da. Salih got, şerta çareserîya sîyasî û danûstandinan ev e ku Serok Beşar Esed desthilatê berde.

Wî herwiha dîyar kir ku xencî mirovên girîng yên hikûmetê, divê sîstema ewlekarîya rejîmê jî were ruxandin ku ji kuştina deh hezaran Sûrî berpirs e.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov do Sêşemê banga konferanseke navnetewî kiribûn ku danûstandinên navbera hikûmeta Esed û serhildayan destpê bikin.
XS
SM
MD
LG