Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber e Qanûndanêrên Amerîkî Plana Çekkirina Serhildayên Sûrî Bipejîrînin


Qanûndanêrên Amerîkî li ber e îro Pêncşemê piştgirîya xwe bidin hînkirina serhildayên Sûrî ku şerî rejîma Esed û çekdarên DAÎŞ dikin.

Civata Nûneran ya bin kontrola Komarîyan di Çarşemê bi 273 beramber 156 dengan qanûn erê kir.

Çaverê ye ku Civata Senatoran ya bin kontrola Demokratan îro Pêncşemê bi hêsanî ew qanûn bipejîrîne.

Qabûlkirina wê qanûnê di nav gelek dengên dijber hat. Hin Demokrat gazincan dikin ku Amerîka careke din xwe tev li çerekî Rojhilata Navîn dike.

Jimareke endamên Komarî jî nerazî ne ku ew biryar wê bandorên girîng dernexin û divê Amerîka bi awayekî firehtir dijî DAÎŞ şer bike.

XS
SM
MD
LG