Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Surî: Di 72 Seatan de 164 Sivîl di Êrîşên Esmanî de Hatin Kuştin


24 Çile roja Yekşemê Çavdêriya Surî ya mafên mirov, ku çalakvanên wê li herêmêm cihe yên Suriyê hene da zanîn ku, di 72 seatên derbasbuyî de li herêmên şer yên suriyê 164 sivîl hatine kuştin di nav de nizîkî 70 zaro hene.

Çavdêrî dibêje ji 21 çile heta serê sibeya îro 24î çile, di êrîşên esmanî yên firokên Rusî û hikumeta Surî de 164 sivîl di nav de nizîkî 70 zaro hatine kuştin.

Herêmên ku sivîl lê hatine kuştin, weke çavdêrî radigihîne, herêma Cizire, Xeşam, Elbulêl û gundên Dêrezurê ne, ev herêm her hemu li jêr kontrola çekdarên Daişê de ne.

Li aliyek din Çavdêrî îro dîsan da zanîn ku çekdarên Daişê bi Topên hawenan êrîş anîne ser gundê Tel-Eber li gundên başurê Kobanê, di encamê de ziyanên madî çêbune, lê hêjî nayê zanîn kanê di êrîşê de kuştî hene yan na.

Wek tê Zanîn Çavdêriya Surî ya mafên mirov, ji destpêka şerê navxwe yê suriyê hatiye damezrandin, bingehê sereke li London dimîne, lê bi dehan çalakvanên wê di nav axa Suriyê de hene.

XS
SM
MD
LG