Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

27ê Sibatê Roja Agirbesta Şerê li Sûriyê


Ajansa Reuters ji Washington da zanîn ku, Amerîka û Rûsiya roja Duşemê 22î sibatê, daxuyaniyek hevbeş liser plana agirbesta li Sûriyê dan weşandin.

Di daxweyaniyê de hatiye ku li gur planekê şer dê li Sûriyê bê rawestandin lê Daiş û El-Nusra di nava planê de nînin, şer dê li dij wan bê berdewam kirin.

Wezareta derve daxweyaniya hevbeş ragihandiye û dibêje aliyên şerker li Sûriyê dê biryar bidin kanê ew di amadene agirbest pêk bê, divê ev yek heta roja Înê 26ê sibatê seat 12:00 li gur wextê Şamê bê zelalkirin, da ku roja Şemiyê 27î sibatê bi temamî agirbest bê ragihandin.

Peyvdarê sekirterê giştî yê Netewên Yekgirtî, Ban Ki-moon pêşwazî li daxweyaniya hevbeş kir û bang li hemû aliyan kir da ku, pêgiriyê bi plana agirbestê bê kirin.

Wek tê zanîn çavkaniyên dîplomasî yên rojavayî, berîya daxweyaniya hevpar, dabûn xweyakirin ku Rûsiya û Amerîka liser plana agirbesta li Sûriyê lihevkirin e.

XS
SM
MD
LG