Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Opozisyona Sûrî Nêzîkî Bajarê Sînorî Al-Raaî Dibin


Hêzên Opozisyona Sûrî yên ji aliyê Tirkiyê de tên piştevanîkirin, nêzîkî bajarê Sînorî al-Raaî dibin yê ku lijêr kontrola Daişê de ye.

Ajansa Reuters li gor Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov (SOHR) radigehîne ku roja Sêşemê gropên girêdayî leşkerê azad yê opzisyona Sûrî, yên weke Sultan Murad û Feyleq al-Şam beşdarî êrîan bûne, heya niha gelek herêmên li jêr kontrola çekdarên dewleta Îslamî (Daişê) de bûn, rizgarkirine.

Abo Yasir yek ji serkirdeyên Feyleq al-Şam jibo ajansa Reuters daye xuyakirin ku, hêzên wan di demek kurt de 16 gund ji destê çekdarên Daişê deranîne û ew nêzîkî bajarê Al- Raaî dibin.

Liser navê leşkerê azad gelek gropên çekdar li herêma bakûrê Helebê hene, Tirkiye alîkariya wan ya çek û locîstîkî dike.

XS
SM
MD
LG