Lînkên eksesibilîtî

SOHR: Li Kampa Penaberên Sûrî Nêzîk Sînorê Urdin'ê Êrîş Pêkhat


Kampa Ruqban ya penaberên Sûrî li nêzîk sînorê Urdonê

Çavdêrîya Sûrî jibo mafên mirov "SOHR" û çavkanîyek opozisyona Sûrî dan xweyakirin ku, serê sibeya Çarşemê di kampa Al-Ruqban ya penaberên Sûrî de li nêzîk sînorê Urdinê êrîşa bi otombîlek bombekirî pêkhat, lê pêzanîn derbarê kuştî û birîndaran de nehatine eşkerekirin.

Ajansa Reuters dide zanîn ku peqîna roja Çarşemê, du rojan piştî cûtpeqîna roja Duşemê ya li heman cihî pêkhat, dewleta Îslamê DAIŞ'ê ew cûtpeqîn girt bû ser xwe ku, têde bi kêmî 6 kes hatbûn kuştin û hejmarek birînadr bûbûn.

XS
SM
MD
LG