Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Droneke Hikûmeta Sûrîyê Dixîne Xwarê


Reuters'ê îro Pêncşemê ragihand ku Amerîka, li Sûrîyê droneke hikûmeta Sûrî xistîye xwarê.

Ajansê da zanîn ku drone berî were xistin, li herêma ewle ya li başûrê rojhilata Sûrîyê difirîyaye.

Berdevkekî ji Artêşa Amerîka Kolonel Ryan Dillon dîyar kir ku hêzên ku piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dikin, cara yekê ye li wê heremê êrîşî hêzên koalîsyonê dikin.

Dillon got ku li ser drone teqemenî hebûye ku ew li dijî hêzên kalîsyonê gefek e.

Firokên koalîsyonê, meha borî jî li nêzî bingeheke leşkerî ya li bajarê Tanf, êrîş biribûn ser konvoyeke hêzên hikûmeta Sûrîyê.

Reuters'ê dîyar kir ku hêzên ku Sûrîye û Îran piştgirîya wan dike, ber bi bingeheke leşkerî ya hêzên koalîsyonê û serhildayan ve pêşde diçin.

XS
SM
MD
LG