Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Qaydê Bang li Cîhadîyan Kir ku li Sûrîyê Hazirîya Şerekî Demdirêj Bikin


Rêberê el-Qaydê Ayman el-Zawahrî
Rêberê el-Qaydê Ayman el-Zawahrî

Rêberê el-Qaydê Ayman el-Zawahrî, bang li cîhadîyên Sunî yên li Sûrîyê kir ku dijî Beşar Esad, alîgirên wî yên Îranî û hêzên rojava dest bi şerê gerîla bikin.

Reuters’ê ragihand ku di qeydeke bi deng ya li ser înternetê hat weşandin de, Zawahrî ji cihadîyan xwest ku bi sebir bin û xwe jibo şerekî demdirêj ya li dijî koalîsyona bi pêşengîya hêzên rojava û Şiîyên alîkarîya hikûmeta Sûrîyê dikin amade bikin.

‘’Alîgirên me yên li Şamê, xwe jibo şerekî demdirêj ya dijî Xaçdaran û hevalbendên wan yên Şiî û Elawî hazir bikin’’ Zawahrî got.

Cihadîyên Sunî, Elawî û Şiîyan li dijî qanûnên Îslamî dibînin.

Zawahrî bi berdewamî da zanîn ku cîhadî jiber ku dixwazin Sûrîye li gor qanûnên Îslamî were birêve birin, hêzên rojava û hevalbandên wan, jibo pêşî li Îslamê bigirin çi ji dest wan tê dikin.

Baskê el-Qaydê yê li Sûrîyê Cephetul Nusra, tevlî Hayat Tahrîr el-Şam bû ku dijî hikûmeta Sûrîyê û hevalbandên wê yên Rûs û Îran şer dike.

Piranîya Îdlibê di dest Hayat Tahrîr el-Şam de ye ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di mehên borî de, bi êrîşên esmanî bi dehan fermandarên wê yên payabilind kuştibûn.

XS
SM
MD
LG