Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûrî: Artêşa Sûrîyê bo Sîvîlên li Soran ya Îdlibê Korîdora Ewlekarîyê Vekir


Artêşa Sûrîye bo sîvîlên dixwazin ji Soran ya Îdlibê derkevin korîdora ewlekarîyê vekir.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ragihand ku korîdora ewlekarîyê bo sîvîlên li bakurê Hama jî hatiye vekirin.

SANA ew agahî sipart Wezareta Derve ya Sûrîyê.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê ji dawîya Nîsanê vir ve operasyona dijî herêma Îdlibê gur kiribûn û di operasyonan de sîvîl jî hatibûn kuştin.

Sazîyên navneteweyî Artêşa Sûrîyê bi kuştina sîvîlan tawanbar kiribû.

XS
SM
MD
LG