Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Dibêje bi Êrîşa Îsraîlê 2 Kes Hatine Kuştin


(arşîv)
(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku bi êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya li Sûrîyê 2 kes hatine kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.

Reutersê ew agahî ji zarê medya fermî ya Sûrîyê ragihand.

Medya dewletê ya Sûrîyê da zanîn ku sîstema berevanî ya esmanî rê li ber êrîşa li Humsê girtiye.

Li gor medya dewletê, di êrîşê de 2 sîvîl hatine kuştin û 1 sîvîl û 6 leşker jî birîndar bûne.

Karbidestên Sûrî dibêjin ku bi êrîşê zarara madî jî çêbûye.

Îsraîlê ser nûçeyên derbarê êrîşê hîn ti daxuyanî belav nekiriye.

XS
SM
MD
LG