Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm Jîyana Xwe ji Dest Da


Medya dewletê ya Sûrîyê ragihand ku Wezîrê Derve Welîd Mualîm yê 79 salî jîyana xwe ji dest daye.

Sedema mirina Mualîm nehat eşkere kirin, lê dihat zanîn ku ew bi kêşeyên dil re rûbirû maye.

Mualîm, ku ji sala 1964an vir ve di karên dîplomatîk de bû, li Washington ya paytexta Amerîka jî wek balyoz kar kiribû.

Ew herî dawî li Şam ya paytexta Sûrîyê, di konferanseke ser penaberên Sûrî de derketibû pêş kamerayan.

Welîd Mualîm wek yek ji alîgirên herî mezin yên Serokê Sûrîyê Beşar Esad dihat nas kirin.

Li ber e ku Mualîm îro Duşemê bi merasîmeke li Şamê were binax kirin.

XS
SM
MD
LG