Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Berevanîya Sîvîlên li Sûrîyê Bang li Alîyên Cengê Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku jiber kuştina sîvîlên li Gutaya Rojhilat ketine fikarên kûr.

Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric da zanîn ku Guterres bang li hem alîyan dike ku berevanîya sîvîlan bikin û mafên mirovan yên bingehîn biparêzin.

Dujarric bi bîr xist ku Rûsya, Tirkîye û Îranê, di civînên Astana de biryar daye ku Gutaya Rojhilat bikin herêmeke herêm û bang li wan dewletan kir ku li ser soza xwe bisekinin.

Dujarric dîyar kir ku li Gutaya Rojhilat 400,000 di bin top û bombebaran de dijîn û jiber dorpêça Artêşa Sûrîyê jî bo xwarin û vexwarin di şertên dijwar de dijîn.

XS
SM
MD
LG