Wezareta Derve ya Sûrîyê ser bûyerên li Îranê diqewimin daxuyanîyek belav kir.
Wezaretê dîyar kir ku divê ji desthilata Îranê re rêz were girtin û ti dewletên din jî mudaxeleyî karên navxweyî yên wî welatî nekiin.
Wezareta Dere ye Sûrîyê, Amerîka û Îsraîl jiber piştgirîya wan ya bo xwepêşandaneran rexne kir û da zanîn ku ‘’her du dewlet herêmê bêîstiqrar dikin’’
Wezaretê dîyar kir ku Sûrîye ‘’bawer dike ku rêber, hikûmet û gelên Îranê dikarin vê komployê têk bibin’’
Protestoyên li Îranê roja Pêncşemê destpê kiribûn û heta niha 22 kes di protestoyan de hatine kuştin û bi qasî 450 kes jî hatine desteser kirin.