Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Rûs: Rêvebirîya Sûrîyê Dê li Sînorê Tirkîyê 15 Navendên Çavdêrîyê Çêke


Rêvebirîya Sûrîyê dê li gor Peymana Soçî ya di navbera Tirkîye û Rûsya de, li sînorê Tirkîyê 15 navendên çavdêrîyê çêke.

Ajansa nûçeyan ya Interfax ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku Enqere û Moskowê, ew biryara ser çêkira navendên çavdêrîyê di danûstandinên Soçîyê de dane.

Ji alîyê din ve, jêderên herêmî dîyar dikin ku hêzên Rûs dest bi gera li sînorê Tirkîyê kirine.

Medya Rûs dide zanîn ku li gor Peymana Soçî leşkerên Tirk dê nekevin Kobanî û Minbicê.

XS
SM
MD
LG