Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye û Tirkîye li Herêma Îdlibê Leşkerên Hevdu Dikujin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên (SOHR) îro Duşemê ragihand ku Artêşa Tirkîyê 6 leşkerên Sûrî kuştine.

SOHR’ê dîyar kir ku artêşên Tirk û Sûrî li Sarakîb ya Îdlibê pev diçin.

Jêderên Tirkîyê didin zanîn ku di pevçûnan de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gor agahîyên wan jêderan, 9 leşkerên Tirk birîndar in û ji wan rewşa yekî giran e.

Îdlib wek herêma dawî ya di destê serhildayên Sûrî de tê dîtin.

Rûsya, ku piştgirîya Sûrîyê dike, di Îlona 2018’an de bi Tirkîyê re li hev kiribû ku li Îdlibê herêmeke ewle ava bike.

Piştî lihevkirina li Soçî, Tirkîyê li herêmê 12 navendên çavdêrîyê çêkirin.

Rêvebirîya Şamê ji Mijdara 2019’an vir ve êrîşên li herêma Îdlibê gurtir kirine.

XS
SM
MD
LG