Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm Tirkîye bi Piştgirîya Terorê Tawanbar Kir


Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Tirkîye bi tundî rexne kir.

Mualîm dîyar kir ku Tirkîye li welatê wan û li herêmê ‘’yek ji sponsorên sereke yên terorê’’ ye.

‘’Gava mijar dibe alîkarîya diravî ya bo terorîzmê û sponsorîya wê, rejîma Tirk rêvebirîyeke pir baş raber dike.’’ Mualîm got.

Wî da zanîn ku Enqerê av ji ser bi dehan bajarên ku ‘’dijî dagirkerîya Tirkîyê li ber xwe didin’’ birîye û bal kişand ku ew dijî mirovahîyê tawanek e.

Welîd Mualîm dîyar kir ku Tirkîye ‘’terorîstên ku wek muxalîfên nermrê’’ raber dike bo şerkirinê dibe Lîbya, serwerîya Îraqê binpê dike û koçberên li welêt jî li hember Ewrupa bo enerjîya li rojhilata Derya Sipî wek gefekê bikar tîne.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê da zanîn ku Tirkîye ji alîyê ‘’rejîmeke çeteyan’’ tê rêvebirin û got ku sîyaseta Enqerê bo îstiqrar û ewlekarîya herêmê metirsîyan çêdike.

XS
SM
MD
LG