Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cenazeyên Qûrbaniyên Êrîşa Pirsûsê bi Merasîmên Girseyî li Stenbolê Hatin Rakirin


Girseyeke mezin di merasîma oxirkirina qurbanîyan de amade bûn
Girseyeke mezin di merasîma oxirkirina qurbanîyan de amade bûn

Cenazeyê 31 qurbaniyên êrîşa Pirsûsê li gelek bajarên Tirkiyê bi meş û xwepêşandanên girseyî hatin rakirin.

Li Stenbolê roja Çarşemê 8 cenazeyên qurbaniyan bi merasîm û xwepêşandanan hatin rakirin. Di merasîma herî mezin de, li Taxa Gazî cenazeyên 3 qurbanîyan Cemil Yildiz, Duygu Tuna û Îsmet Şeker ji Cemxaneya Gazî hatin rakirin.

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî tê de, gelek parlemanterên HDP’ê û nûnerên partî, sazî, dezgehên sîvîl û deh hezaren kesên beşdariya merasîma cenazeyan kirin.

Di dema rakirina cenazeyê Îsmet Şeker de, ku kurê wî Mustafa Şeker di nav YPG’ê de li Kobaniyê di şerê DAIŞ’ê de can dabû û hevjîna wî jî demek berê çûbû ser dilovaniyê, dîmenên xemgîn derketin holê.

Li xwepêşandana merasîma cenazeyan jinek bi navê Ayşe Yilmaz dibêje, ‘Êdî bila bes cîgerên dayikan bişewitin û ciwanên me werin kuştin’.

Kurdekî bi navê Xelef Demîr jî dibêje, “Her çiqas DAIŞ’ê ev êrîş kiribe jî bingeha wê zihniyeta AKP’ê amade kiriye. Divê bizanin ku bi van êrîş û komkujiyan nikarin Kurdan biçewisînin, wê Kurd her bi ser bikevin.”

***

ST_7_23_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00
Direct link

***

Merasîma Oxirkirina Qurbanîyên Êrîşa Sirucê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00

XS
SM
MD
LG