Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Staffan de Mistura Bangewaziya Civîna Opozisyona Sûrî Dike


Staffan de Mistura
Staffan de Mistura

Nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî bo pirsgirêkên Sûriyê plan kiriye ku, civînên cûda bo şandên hikûmeta Sûrî û opozisyonê di rojên 25-26 vê mehê de li Vienna rêk bixin.

Staffan de Mistura di daxûyaniya xwe ya roja Çarşemê de hatî weşandin dibêje, civîn dê di taybet û cidî bin, ewê di warê " sedemên logistîkî" de, bihên encam dan.

Daxûyanî dîsan dibêje"Nûnerê taybet yê Netwên Yekbûyî dixwaze şandên herdu aliyan, yê hikûmeta Sûrî û opozisyonê li Vienna amade bibin, divê di van civînan de, amadekariya wan hebe bo diyaloga cidî, di civînên taybet de, dê liser hejmarek pirsên weke derbarê Destûrê de danûstendin bihên encam dan, li gor biryara Civata Ewlekariya Navnetewî ya hejmar 2254 biryar bihên stendin.

XS
SM
MD
LG