Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemena Sûrî Komkujiyên li Dij Ermenan Weke Jenosîd Nas Dike


Muzexaneya Jenosîda Ermeniyanli Yerivan
Muzexaneya Jenosîda Ermeniyanli Yerivan

Roja Çarşemê parlemena Sûrî bi tevhayîya dengan komkujiyên ku di salên 1915 û 1917an da li dij Ermenan pêkhatbûn weke "jenosîd"nas kir, ev jî dê bibe sedema zêdebûna nakokîyan di navbera Enqere û Dîmeşqê da, bi taybet piştî zêdebûna duberîyan li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Parlemenê di daxûyaniya xwe da dibêje"Em, komkujiyên li dij Eremenên li ser destê dewleta Osmanlî li destpêka sedsala 20an pêkhat bûn, şermezar dikîn."

Heta niha 30 wletan komkujiyên Osmanlîyan li dij Ermenan pêk anî bûn weke jenosîd nas dikine ku tê texmîn kirin 1.2 heta 1.5 mîlyon Ermen hatbûn kuştin, di dema cengê cîhanî yê yekan da ku dewleta Osmanlî wî çaxî li gel Almaniya û Mecerê bû.

Lê Enqere her carê nasandina kuştina Ermenîyan di wî serdemî da bi jenosîd red dike û dide zanîn ku di wî çaxî da şerên navxweyî hebûn û li ser nakokîyên di navbera Rûsya û Osmanliyan da hebûn bo kontrol kirina herêma Anatoliya, di navbera 300 hezar heta 500 hezar Ermen di wan şeran da hatbûn kuştin û ji ber xelayê mir bûn û bi qasî hejmara Ermeniyan Tirk jî mirine.

Biryara parlemena Sûrî di wî demî da pêkhat, dema ku ev çend heftene aloziyên di navbera Tirkîya û Sûriyê da gihane asta herî bilind û leşkerên herdu aliyan li Îdlibê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG