Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura: Dîyaloga Rastîn Dê Piştî Rizgarkirina Dêrezor û Reqa Zelal Bibe


Staffan de Mistura, nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî bo pisgirêkên Sûriyê.
Staffan de Mistura, nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî bo pisgirêkên Sûriyê.

Nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî Staffan de Mistura roja Çarşemê ragihand û got, divê opozisyona Sûrî di wê bawerê de be ku, di şerê zêdetir ji 6 slan de, nikare biser desthilata Beşar Asad de bi serkev e.

De Mistura amjê pê dike ku, şer bidawî bûye piştî gelek welat bi armanca şerê li dij DAIŞ'ê beşdar bûn, nêzîke ev dê bibe sedem ku, agirbest li seranserî Sûriyê bi encam bibe.

De Mistura bal kişand ser du hêzên serke û got, hêzên sereke li dorên Reqa û Dêrezorê ne, gelek nemaye ew hêz, DAIŞ'ê têk bibin û ev dê dema herî rastîn bîne pêş.

De Mistura herwiha got "ya rastî Dêrezor li ber rizgarbûnê ye, li gor dîtina me Dêrezor bi rastî rizgar bûye, bi tenê mesele girêdayî çend seatan e, herwiha rizgar kirina Reqa Çend roj yan hefte mane, paşî dê qonaxa danûstendinan bihê destpêkirin".

De Mistura, da zanîn bi şêweyê pirsînê got, dema Dêrezor û Reqa bihên rizgar kirin, Asad amadeye bi rastgoyê beşdarî danûstendinan bibe, nek bi tenê serkeftina di şerî de ragihîne? Ya ku em dizanîn û tê zanîn ewe ku, serkeftina vî şerî bê çareseriyek siyasî ne mumkine.

De Mistura dîsan got, di dema niha de, di şerê Sûriyê de kesek nikare xwe weke aliyê serkeftî ragihîne

XS
SM
MD
LG