Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Xwekuj Erişî Dîmeşq Dikin


Roja Çarşemê serê sibê Sê xwekujan li nêzîk navendeke polîsan li bajarê Dîmeşq xwe teqand, di encam de kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn, ev êrîşa duhemîne ku kêmtir ji 2 hefteyan li paytexta Sûrî Dîmeşqê pêk tê.

Televîzyona dewleta Sûrî li gûr wezareta navxweyî di nûçeke lezgîn de ragihand ku Du xwekujan bingeha polîs ya li cada Xalid Bin Welîd li navenda bajarê Dîmeşq kirine armanc, weke çavkaniya wezaretê dide zanîn ku, zêrevanên bingeha polîs şer ligel êrîşkaran kirîye 2 xwekujan teqandiye û yekî din li pişt avahiyê polîsan hat dorpêçkirin, ji neçarî wî jî xwe teqand.

Nûçegihanê AFP ji Dîmeşq da zanîn ku, hêzên ewlkariya Sûrî hatine cihê bûyerê û herêm hemû çember kirîye, herêma ku êrîş lê pêkhatî ciyekî bi qelebalixe.

Êrîşa roja Çarşemê kêmitr ji du hefteyan piştî cût êrîşa li Dîmeşq, taxê Meydan pêkhat ya ku bûye sedema kuştina 17 kesan di nav de 13 polîs bûn.

XS
SM
MD
LG