Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Dawî li Lêpirsîna Dijî Julian Assange Tîne


Dozgera Swêdî Eva-Marie Persson
Dozgera Swêdî Eva-Marie Persson

Dozgereke Swêdî îro Sêşemê ragihand ku lêpirsîna hember damezrênerê Wikileaksê Julian Assange, ku jiber îdiaya destdirêjîya seksî hatibû vekirin, hatiye pûç kirin.

Ew lêpirsîn di sala 2010’an de hatibû vekirin û jiber wê Assange neçar mabû ku xwe bispêre balyozxaneya Ekvator ya li Londonê ku ew neyê radest kirin.

Pispor bawer dikin ku bi vê biryarê ew doz hate girtin, tevî ku bijareya daxwaza pêdaçûnê hîn li ber parêzerên kesên ku Assange sûcdar dikin, hene, lê heta niha eşkere nebûye ku parêzer dê îtîraz bikin yan ne.

Assange ku hemwelatîyê Australî gelek caran îdiayên dijî xwe red kiribû û ew îdia wek beşeke kempeyna rûreşkirina navê wî bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG