Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Swêdî jiber Tekilîya bi DAIŞ'ê 3 Sal Cezaya Girtîgehê Dide Jinekê


Dadgeheke Swêdî îro Duşemê sê sal cezaya girtîgehê da jinekê, bi sedema ku wê kurê xwe yê 2 salî, di 2014'an de biriye heremeke li Sûrîyê ku wê demê bin kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bû.

Dadgeha Herema Lund got ku jina ku navê wê nehat eşkere kirin, zarok biriye herêmeke ku 'li wir şer û îdeolojîya tundrê ya DAIŞ'ê serwer bû.'

Jina ku li başûrê bajarê Landskrona dijîya, ji bavê zarok re gotiye ku ew û kurê tenê bo betlaneyê diçin Tirkîyê. Lê, piştî çûyîna Tirkîyê, her du derbazî Sûrîyê û herema bin destê DAIŞ'ê bûne.

Dadgehê ku neteweya jinê dîyar nekir, îdiayên wê qebûl nekir ku gotiye wê tenê dixwest bo çend rojan here Sûrîyê da ku rewşa wir bibîne û paşê vegere malê.

Hevdem, wê ji dadgehê re gotiye ku piştî mirina xizmekî wê yê nêzîk, ew bi olê re eleqedar bûye.

"Ew bi nîyeta ku li Sûrîyê domdarî bi cîh bibe û kurê xwe bi rengekî kêyfî ji bavê wî dûr bixe, derbazî wî welatî bûye," dadgehê got.

Rojnameya Sydsvenska ragihand ku ev jina di 2017'an de dema hilweşandina DAIŞ'ê destpê kiriye, ji bajarê Raqayê revîye û ji hêla hêzên Kurdên Sûrî ve hatiye dester kirin.

Rojnameyê nivîsî ku ew ji wir bi rengekî revîye Tirkîyê û li wir bi kurê xwe û du zarokên xwe yên din ku di vê navberê de ji çekdarekî DAIŞ'ê yê Tûnisî çêbûye, hatiye girtin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku dewleta Tirkîyê ew jin radestî Swêdê kiribû.







XS
SM
MD
LG