Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Hemberî COVID-19 Qedexeyên Nû Radigîhîne


Li Swêdê dîmenek ji dema vîrusa korona (Arşîv)

Swêdê îro Duşemê bi armanca kêmkirina bûyerên vîrusa korona li seranserê welêt tevahîya kombûnan bi 8 kesan sînordar kir.

Ev qedexeya ewê di 24'ê Mijdarê ve were bikar anîn û dê bo çar hefteyan bidome.

Serokwezîr Stefan Lofven îro bang li welatîyên Swêdî kir da ku plansazîyên xwe betal bikin û li mal bimînin û herwiha Stefan got ku jiber hejmareke rekorî ya peketinên vîrusa korona yên di hefteyên borî her diçe pirtir zorê dide ser sîstema saxlemîya welet qedexe ji her demê zêdetir pêdivî ye.

Swêd jibo birêvebirina pandemîya vîrusa korona nêzîkatiyek cûda û pir tê nîqaşkirin bikar anî; piranîya beşên mezin ên civakê, vekirî hişt û herwiha ev pêyvajoya bê ragihandina qedexe an tedbîran meşand.

Lê, Lofven di preskonferanseke de got ku dê rewş xerabtir bibe û bang li Swêdîyan kir ku peywira xwe bikin û berpirsiyarîya xwe bicîh bînin da ku belavbûna COVID-19 rawestînin.

Hikûmeta Swêdê hefteya borî ragihandibû ku ewê ji 20'ê Mijdarê seat 10:00 êvarê ve, li seranserê welêt firotina alkolê li bar, xwaringeh û klûbên şevê were qedexe kirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Mikael Damberg hişyarî da ku gelek kes wekî xeterî qedya ye, tevdigerin.

XS
SM
MD
LG