Hikûmeta Swêdê îro Çarşemê ragihand ku wê du firokên çavdêrî û fermandarîyê yên radarê bi bexşîne Ukrayna, da ku berevanîya xwe di şerê bi Rûsya re xurt bike.
Wezîrê berevanîyê Pal Jonson alîkarîya firokeyan ji Ukrayna re bi preskonferanseke li Stockholmê ragihand, wek beşek ji mezintirîn pakêta alîkarîyê ku ya bi qasî 1.3 mîlyar dolarî.
Pal Jonson da zanîn ku firokeyên Saab Airborne Surveillance û Control (ASC) 890 nasîna armancên dûr-dirêj hêsantir dikin, herwiha jibo karanîna firokeyên şer yên F-16 welatên din yên Rojavayî bexşandine alîkarîya Ukraynayê bikin.
"Ewê sîstemên F-16 temam û xurt bikin," Jonson got.
Hikûmeta Swêdê hefteya borî jî got ku ew plan dike ku di nava sê salan de bi giştî 7.1 mîlyar dolar piştgirîya leşkerî bide Ukrayna.
Jêder: Reuters