Îstîxbarata Swêdê roja Sêşemê ragihand ku 5 kes bi gomana amadekirina "êrîşeka terorîstî" li Swêdê hatine desteserkirin, ku dê wan kesan wek bersivdana şewitandina Qur’anê êrîş pêkanî baye, ku ji alîyê tundrêyê Swêdî-Danîmarkî Rasmus Paludan di meha Çile de li hember balyozxaneya Tirkîyê li Stockholmê daneyeke Qur’anê şewitand bû.
Cîgira seroka yekîneya dij-terorê di Saziya Ewlekariya Navxweyî de Susanna Trehorning di daxuyaniyekê de got "Doza heyî yek ji wan çend dozane ku Saziya Ewlekariya Swêdê li ser radiweste, li ser şewitandina Qur'anê dixebite" û bal kişand ku gumanbarên hatine girtin têkiliya wan bi "Îslama tundrê" re li cîhanê heye.
Rasmon Paludan, serokê partiya rastgira tundrê ya Danîmarkî Hard Line, ku bi salan bi helwêstên xwe yên li dijî îslamê tê naskirin, li ber balyozxaneya Tirkiyê li Stockholmê daneyeke Qur’anê şewitandbû, ew jî weke bersivdanekê ji bo şermezarkirina helwesta Tirkiyê bû, ya li dijî endambûna Swêdê bo NATOyê.
Li gorî AFP, polîsê swêdî mudaxele nekir da ku nehêle ew Qur’anê bişewitîne, ji ber ku ew dibînin ku li Swêdê azadiya xwenîşandan û derbirînê ya ku bi destûrî hatiye garantîkirin heye û rê dide ku tiştên weha bihên kirin.
Ew bûyer bû sedema hêrisa welatên Ereb û îslamî, ji ber wê jî daxuyaniyên şermezarkirin û hêrisê dan û diyar kirin ku tişta qewimî "heqareteke bi zanebûne li hestên misilmanan, provokasyon û bizavek li dijî wan e."
Destûrî ji bo rêxistina xwenîşandanê hat dayîn, rageşiya dîplomatîk di navbera Swêd û Tirkiyê de derxist, ku ew wekî "sûcek eşkere yê nefretê" li Tirkiyê hat şermezar kirin, û danûstandinên li ser ketina Stockholmê ya NATOyê, ku Enqere asteng dike, pêtir tevlihev kir.
Swêd par ji ber êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê ji bo tevlî NATOyê bibe serlêdan kir, lê divê her 30 welatên endam vê serlêdanê qebûl bikin.
Tirkiye dibêje divê Swêd berî her tiştî helwesteke zelaltir li hember tiştên ku ew terorîst dihesibînin, bi piranî mîlîtanên Kurd û grûpa ku ew bi hewla derbeya 2016an tawanbar dike, bigire.
Jêder: AFP/Al Hurra