Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd, Jineke ku Kurê Xwe Kiriye Leşkerê DAIŞê Dadgeh Dike


Ala Swêdê

Dozgerîya giştî ya Swêdê îro Sêşemê dîyar kir ku jineke 49 salî ya ji Swêdê bi tawanên şer û bi binpêkirina qanûnên navneteweyî hatiye tawanbar kirin, bi sedema ku wê alîkarî kiriye ku kurê xwe bike leşkerekî zarok ku li Sûrîyê şer bike.

Dozgerîyê da zanîn ku ev jin ji meha Îlonê û vir ve li Swêdê li girtîgehê ye.

Tê guman kirin ku wê jibo ku yek ji kurên xwe - di 2001'an de ji dayik bûye - wek leşkerekî zarok bo şer bike, alîkarîya koma tundre Dewleta Îslamî (DAIŞ) kiriye.

Wê, ev kiryara di serdema ku ew û malbata xwe di navbera 2013-2016'an de, li Sûrîyê dijyan ku wê demê welêt di bin kontrola DAIŞ'ê de bû, kiriye.

Dozger Reena Devgun ragihand ku di lêpirsînê de derketîye holê ku dema malbat cara ewil di 2013'an de çûne Sûrîyê, kurê jinêkê 12 salî bûye.

Devgunê da zanîn ku alavên leşkerî û çek hatiye dayînê kurêkê ku di wê demê de 12 salî bû û hevdem "ew di şer de, bo armancên propagandayê û bo mîsyonên din yên şer, hatiye bikar anîn."

Hevdem, wê destnîşan kir ku kiryarên wê jinê yên wek tund têne nirxandin jiber ku ew kur "ji hêla rêxistineke terorîst ve, di şerê ku gelekî hovane û giran de wek leşkerekî zarok hatiye jimartin û bikaranîn."

Herwiha, dozgeran got ku jin tevahîya tawanan red kiriye.

Li gor televîzyona giştî ya Swêdê SVT, ew jin li rojavayê Swêdê mezin bûye, piştrê bawerîya xwe ya olî guhertîye û Îslam qebûl kiriye.

SVT'yê got ku mêrê wê di 2013'an de li Sûrîyê hatiye kuştin, piştre jî du kurên wê yên din - 14 û 18 salî - jî di qonaxeke paşîn ya desthilatdarîya DAIŞ'ê de hatine kuştin.

Dozgerjîya Swêdê bi daxuyanjîyekê djîyar kir ku cara yekê ye ku dewlet dijî keseke ku alîkarî daye leşkerkirina zarokan, bi tawanên şer dozê vedike.

Dozgeran Swêdî bal kişandin ku dijî destûrdayîna ku zarokên di bin 15 salî de, di dema pevçûnek çekdarî de, rasterast beşdarî şer bibin, "qedexeyeke pir zelal ya qanûnî" heye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG