Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Almanya bawer dike ku ewê Swêd û Fînlandîya bibin endamên NATO.
Karbidestekî payabilind yê Alman ji Reutersê re got ku welatên NATO wê bo endamtîyên Swêd û Fînlandîya li hev bikin.
Wî karbidestî Alman got ku ger di hefteya pêş de welatên NATO ser endamtîyên Swêd û Fînlandîya li hev nekin jî ewê rewişeke giran çênebe.
Karbidestê Alman da zanîn ku li gor nêrîna wan bo endamtîyên Swêd û Fînlandîya ti kêşeyeke bê çare tune.
Swêd û Fînlandîya piştî Rûsya di 24'ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir, bo bibin endamên NATO dest bi danûstandinan kirin û meha borî serî li tifaqê dan.
Tirkîye dibêje Swêd û Fînlandîya alîkarîyê dide çekdarên Kurd, wan bi piştgirîya bo terorê tawanbar dike û dijî endamtîyên wan disekine.
Di NATO'yê de 30 dewlet hene û bo Swêd û Fînlandîya bibin endamên wê tifaqê, divê bi yekdengê werin pejirandin.