Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Pêdaçûnê ya Swedî Biryara Berê ya Ser Doza Fînanskirina PKK’ê Erê Kir


Dadgeheke pêdaçûnê ya Swedê îro Çarşemê 4 sal û nîv cezayê zindanê yê Kurdekî welatîyê Tirkîyê pejirand, ku bi hewla fînansekirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dihat tawanbar kirin.

Dadegeha Heremî ya Stocholmê zilamê bi nave Yahya Gungor di Tîrmeha 2022’an de jiber karanîna çek, hewla destdayîna bi zorê û fînansekirina terorê tawanbar ditîbû.

Gungor yê ku îro cazeyê wî hat erê kirin, di pêyvajoya darizandinê de tevahîya tawanbarîyên dijî xwe red kiribû.

Dadgeha pêdaçûnê ya Svea, biryara dadgeha herêmî pejirand ku Gungor li Stockholmê bi çekan hewl da ku zextê li karsazekî Kurd bike ku dirav bide PKKê.

Dadgehê piştî kişandina cezayê 4.5 sal girtîdehê, biryara dersînorkirina Gungor jî dabû.

Lê, Dadgeha Svea ger were dersînorkirin gefên ku Gungor wê rûbirû bîmîne destnîşan kir û got ku divê Yahya Güngör piştî kişandina cezayê xwe neyê dersînorkirin, biryara dadgeha jêrîn betal kir.

Ev cara yekê ye ku Dadgeheke Swêdî jiber fînansekirina PKK’ê ceza li kesekî dibire.

Şîrovekar dibêjin ku ev biryar di derbarê pejirandina serlêdana Swêdê ya bo NATO de, bandoreke erênî li ser Tirkîyê bike.

Enqere îdia dike ku Swêd endamên komên çekdar li ser axa xwe dihewîne û ji wê dixwaze ku dijî wan rêxistinan gavên tund bavêje.

Swêdê dîyar kir ku wan daxwazên Tirkîyê bi cîh anîne ku di danûstandinan de her du welat hevbîr bûbûn, di nav de qanûneke nû ya ku dijî terorê.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan herî dawî gotibû ku wê di Cotmehê de dema vebe, belgeya erêkirina Swêdê bişîne parlamentoyê, lê ew li bendê ne ku Stockholm bo erêkirina Enqerê dijî terorê pirtir gavan bavêje.

Erdogan herwiha hejmareke wepêşandanên li Swêd û Danîmarka jî rexne dike ku tê de Quran, pirtûka pîroz ya Îslamê, hat şewitandin.

Swêd û Fînlandîya ya cîranê sala borî, piştî dagirkirina Ukrayna ji alîyê Rûsya ve, jibo endamtîya NATO’yê serîlê dabûn, wek hewla parastina di bin sîwana ewlehîyê ya hevpeymanîya leşkerî de.

Fînlandîya di Gulanê de tevlî hevalbendîyê bû, lê Swêd hîn jî li bendê pejirandina Tirkîye û Macarîstanê ye ku bibe endama 32’an ya NATO’yê.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG