Swêdê îro Sêşemê ji 5 xebatkarên Balyozxaneya Rûsya ya li Stockholmê xwest ku ji welêt derkevin.
Stockholmê ragihand ku li ser wan xebatkaran gumana sîxurîyê çêbûye.
Wezîrê Derve ye Swêdê Tobies Billstrom dîyar kir ku karên ew xebatkar dikin û statuyên wan yên dîplomatîk hevdu nagirin.
Billstrom ragihand ku wan Balyozê Rûsya yê li Swêdê Viktor Tatarintsev îro Sêşemê serê sibê agahdar kiriye.
Sala borî jî Swêdê, 3 dîplomatên Rûs dersînor kiribûn.
Hêjayî bîrxistinê ye, Swêdê piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê, lê ew heta niha jî nehatiye pejirandin.
Jêder: AFP