Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê Swêdê Dibêje Ewê Ser Protestoya Dijî Erdogan Dest bi Lêpirsînê Neke


Dozgerekî Swêdê îro Duşemê ragihand ku ewê ser protestoya dijî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dest bi lêpirsînê neke.

Hin xwenîşanderan hefteya borî li Stockholm ya paytexta Swêdê kûklayeke Erdogan ji lingên wî darve kirin.

Enqerê ser protestoyê bang li balyozê Swêdê kir û ji wî xwest ku xwenîşander werin darizandin.

Lê dozgerê Swêdê dîyar kir ku li gor qanûnên wan ew nikarin cezayê bidin wê çalakîyê.

Dozger Lucas Erikksson ji Aftonbladetê got ku bûyer wek îftira hatiye ber destê wî lê ew nafikire ku tiştekî wisa di çalakîyê de heye.

Swêd bo bibe endama NATO li benda pejirandina Tirkîyê ye.

Enqere dibêje divê Swêd dijî çekdarên Kurd û kesên tilîya wan di hewildana darbeyê ya sala 2016’an de heye gavên berçav biavêje.

Fînlandîya û Swêdê par ser xwestekên Tirkîyê bi wê re peymaneke sêqolî îmza kirin.

Serokwezîrê Swêdê çalakîya hefteya borî şermezar kir û dîyar kir ku ew dijî endamtîya li NATO sabotaj e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG