Lînkên eksesibilîtî

Swîsre Dixwaze bo Kêşeya Katalonya Navbeynkarîyê Bike


Wezareta Derve ya Swîsre bi daxuyanîyekê ragihand ku bo çareserkirina kêşeya di navbera Îspanya û Katalonya amade ye navbeynkarîyê bike.

Di navbera hikûmeta navendî ya Îspanya û rêvebirîya xweser ya Katalonya, ser lidarxistina referandumê kriz çêbûbû.

Wezareta Derve ya Swîsre dîyar kir ku Katalonya ‘’mijara navxweyî ya Îspanya ye’’ û da zanîn ku ew bawer dikin ku kêşe bi rêkên dîyalogê yên aştîyane çareser bibe.

‘’Swîsre dê bi her du alîyan re jî peywendîyên xwe bidomîme, lê heta niha bo hêsankirina vî karî bingeh çênebûn. Bingeh wê tenê bi xwestina her du alîyan pêkan be’’ Wezareta Derve ya Swîsre di daxuyanîya xwe de got.

Serokê Katalonya Carles Puigdemont, ser bertekên hikûmeta navendî ya Îspanya navbenykarîya navneteweyî xwestibû.

XS
SM
MD
LG