Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Swîsre Rewşa Awarte Ragihand


Hikûmeta Swîsre dîyar kir ku tedbîrên wan yên bo têkoşîna dijî vîrusa korona kêm mane û Rewşa Awarte ragihand.

Di çarçoveya Rewşa Awarte de, restoran dê werin girtin, çalakî û bernameyên komî dê werin betal kirin û 8000 leşkerên artêşê jî dê bo têkoşîna dijî vîrusa korona alîkarîyê bikin.

Nexweşxane û klînîk dê bi tenê kesên rewşa wan giran e derman bikin.

Swîsre dê sînorên bi welatên cîran re kontrol bike û bi tenê hemwelatîyên wê, kesên destûra wan ya rûniştinê heye û yên bo kar serdan kirine karibin derbazî wî welatî bibin.

XS
SM
MD
LG