Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûrî: Piraniya Kuştiyan Piştevanên Hikûmetê ne


Serokê Sûrî: Piraniya Kuştiyan Piştevanên Hikûmetê ne
Serokê Sûrî: Piraniya Kuştiyan Piştevanên Hikûmetê ne

Serokê Sûrî Beşar El Esed dibêje ku wî fermana kuştina xwepêşanderên li dijî hikûmetê nedaye. Serokê Sûrî herwiha got ku ew hêzên gelê Sûrî serkut dikin ne li bin kontrola wî ne.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa ABC News ya Amerîkî roja Çarşemê, Esed got ku herçende ew serokê welatî ye, lê belê ew ne xwedanê welatî ye, lewma hêzên arteşê ne hêzên wî ne.

Rêberê Sûrî herwiha got ku ciyawaziyeke mezin heye li navbera hebûna rêbazeka serkutkirinê û xeletiyên hindek karbidest dikin.

Neteweyên Yekgirtî radigihîne ku li meha Adarê vi ve çar hezar kes li Sûrîyê hatîne kuştin. Serokê Sûrî got ku piraniya kuştiyan piştevanên hikûmetê ne.

XS
SM
MD
LG