Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Beşdarî Civîna Astana Dibin


Wêneyeke arşîvê ji civîneke ser Sûrîyê
Wêneyeke arşîvê ji civîneke ser Sûrîyê

Serhildayên Sûrîyê dîyar dikin ku ew dê beşdarî civîna li Qazaqistanê bibin. Civîna dê di 23’ê vê mehê li Astana'ya paytaxt li dar keve armanc dike, ku şerê ku 6 sal in li Sûrîyê didome bi dawî bike.

Berdevkên serhildayan îro Duşemê ragihand ku di civînê de dê agirbest, mijarên mirovahî û tundûtîjîya rejîmê werin axaftin.

Hêzên serhildayan di Berfanbarê de derbeke mezin xwaribû û herêma ku li rojhilata Helebê kontrol dikirin, ji dest wan derketibû.

Do Yekşemê, çavdêran da zanîn ku hikûmeta Sûrîyê li Şamê bi topan êrîşî devereke ku sivîl lê dimînin kiriye û ji wan herî kêm 30 kes hatine kuştin yan birîndar bûne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), ev êrîşa li ber Newala Barada'ya navçeya Deir Qanoon wek komkujî bi nav kir. SOHR'ê piştrast kir ku 7 kes hatine kuştin û di nav birîndaran de jî yên rewşa wan giran hene.

Newala Barada li bakurê Şam'e ye ku piranîya ava paytaxtê peyda dike. Newala ku ji 22’yê Berfanbarê ve hatiye bendkirin jibo 5.5 mîlyon rûniştvanên Şam'e çavkanîya sereke ya avê ye.

XS
SM
MD
LG