Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerên Îro de 59 Çekdar li Rojavayê Bakurê Sûrîyê Hatin Kuştin


Idlib, Syria

Di şerên navbera serhildayên çekdar û dilsozên rejîma Sûrî de 59 çekdar îro Sêşemê li Sûrîyê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di şerên li başûrê Îdlib û gundewarên Lazqîyê de 29 çekdarên ser bi hikûmeta Sûrî û 30 çekdarên tundrê û yên komên din yên çekdar hatine kuştin.

Piranîya herêma Îdlibê û hin beşên Hema, Helebê û Lazqîyê ji destpêka meha Rêbendanê vir ve ketiye bin kontrola Hayat Tehrîr El-Şam (HTS), ku peywendîya wê bi El Qaydê re heye.

Pevçûnên îro di vê demê de tên ku firokên şerker yên Sûrî bajarokê Xan Şêxun bomberan kiribûn û li gor SOHR’ê 3 sivîl kuştibûn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG