Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derîyê Sînorî yê Navbera Îraqê û Sûrîyê Careke Din Vebu


Hikûmeta Îraqê derbazgeha tixubî Qaim ya bi Sûrîyê re, piştî hêşt salan îro Yekşemê careke din vekir û bi vê yekê di normalkirina peywendîyên dualî de gaveke girîng hate avêtin.

Wezîrê Navxweyî yê Sûrîyê Mihemed Xalid el Rahman got ku vekirina derbazgehê serketina gelê Îraqê û Sûrîyê ya dijî rêxistinên terorîst e û taybetî jî dijî DAIŞ’ê.

Berpirsê rêvebirîya sînoran ya Îraqê Xadhim el-Îqabî jî got ku vekirina derbazgehê dê hevkarîya ekonomîk ya Sûrîyê û Îraqê bivejîne.

Di merasîma vekirina derîyê sînor de walîyên parêzgehên bajarên her du alîyê tixub jî amade bûn.

Pisporên sîyasî bal dikşînin ku vekirina derbazgehê jibo Îranê serketineke girîng e jiber ku korîdora Îranê ku ji Tehranê destpê dike û digiheje Beyrutê temam dibe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li alîyê Îraqê bajarokê Qaim ya parêzgeha Anbarê û li hêla Sûrîyê jî bajarokê Elbukemal heye.

XS
SM
MD
LG