Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Hikûmeta Sûrî Çûyîna Cenevrê Paş Xist


Staffan de Mistura ligel şandeyên hikûmeta Sûrî û opozîsyonê (Arşîv)
Staffan de Mistura ligel şandeyên hikûmeta Sûrî û opozîsyonê (Arşîv)

Rojnameya Al-Watan ya ser bi hikûmeta Sûrî ragihand ku şandeya hikûmetê çûyîna xwe ji danûstandinên Cenevrê yên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî re paş xist, ku li ber e roja Sêşemê destpê bikin.

Al-Watan ji zarê jêderên dîplomatîk yên li Cenevrê got ku hikûmeta Sûrî ji daxuyanîya civîna opozîsyona Sûrî ya hefyeya borî li Rîyadê eciz bûye.

Komên opozîsyona Sûrî ji mêjve daxwaz dikin ku divê berî veguherîna sîyasî, serokê Sûrîyê Beşar Esad desthilatê berde.

Jêderên nêzî Esad dibêjin, Şam vê daxuyanîyê wek vegera xala destpêkê dibîne û gelek nerazî ye.

Ofîsa nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura got ku ew naxwaze li ser plana rêwîtîya hikûmeta Sûrî şîroveyan bike.

XS
SM
MD
LG