Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Jimareke Peqînan de bi Dehan Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Di jimareke peqînan de bi dehan kes îro Duşemê li çend deverên Sûrîyê hatine kuştin û birîndar kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Brîtanya ji AFP re ragihand ku ew peqîn di heman demê de qewimîn û hemî jî xalên leşkerî kirin armanc.

Di peqîna bajarê Tartusê de 11 kes hatine kuştin, 45 kesên din jî birîndar bûn, dema du bombe li ser pira Arzuna peqîn. Li got televîzyona dewletê “du terorîst bombeyên ser pira Arzuna peqandin, ya yekê bombeyeke otomobîlî bû, ya duyê jî peqîneke xwekujî bu ku di dema giheştina kesên hawarçûnê qewimîye.

Di êrîşe din de bi kêmî ve 2 kes li xaleke ewlehîyê ya taxa Bab Tadmore ya Humsê hatine kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn,

Li devera Al-Sabura ya dervayê paytaxt Şamê de jî peqînek çêbû lê demûdest zelal nebû ku kuştî û birîndar hene yan ne.

Li bajarê Hesekê ya bin kontrola Kurdan de jî herî kêm 3 kes di peqîna bombeyeke motosîkletî de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG