Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kurd Hewileke DAIŞ'ê ya Êrîşa Ser Zindanekê li Sûrîyê Têk Dibin


SDF Fighters trying to prevent an ISIS breakout in Hasaka prison
SDF Fighters trying to prevent an ISIS breakout in Hasaka prison

Hêzên ewlekarîya navxweyî li bakur û rojhilata Sûrîyê ragihand ku wan îro Duşemê rê li ber plana şaneyeke terorîstên DAIŞ’ê girt ku hewil dida êrîşî zindanekê li bajarê Hesekê bike.

Di daxuyanîyekê de, hêzên ewlekarîyê (Asayîş) dîyar kir ku operasyona wan ya bi piştigrîya hêzên koalisyona navnetewî, li devereke parêzgeha Dêra Zorê pêk hat.

Di encama operasyonê de, çekdarekî DAIŞ hate kuştin, yekî din jî birîndar bû û çar jî hatine girtin.

Ji bilî wê yê, bi dehan tifing û bombe û çekên din jî di operasyonê de hatine zeft kirin.

Koalîsyona navnetewî jî li ser Twitterê beşdarîya xwe di vê operasyonê de eşkere kir.

Li gor daxuyanîya hêzên ewlekarî, wan çekdaran hewil dida ku bigirin ser zindana Sîna’a li bajarê Hesekê. Li wê zindanê, bi hezaran girtîyên DAIŞ’ê hene.

Di van du salên dawî de, çend hewildan ji alîyê girtîyên DAIŞ’ê ve hatine kirin bi mebesta ku ji zindanê birevin. Lê hemû hewildanên wan neserkeftî bûne.

Dora 10,000 girtîyên DAIŞ’ê li çend zindanên bakur û rojhilata Sûrîyê li jêr destên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dimînin.

Di raporta xwe ya demsalî de ku hefteya borî belav bû, Çavdêrê Giştî yê Pentagonê (IG) got ku li vê dema ku koalisyona navnetewî “pêşkêşkirina pêşgirîya bo HSD’ê didome da ku rewşa ewlekarî û karîn û rewşa girtîgehan baştir bibe, hîn jî girtî di rewşeke nebaş û deverên teng de dijîn.”

Li gor raporta ku behsa rewşê ji 1’ê Tîrmehê heta 30’ê Îlonê dike, “rewşa xirab ya jîyanê egera revê zêde kirîye. Lê li vê demsalê, ti hewildanên revê çê nebûn.”

Li meha Tebaxê, koalisyonê ragihand ku hikûmeta Brîtanyayê bi 20 milyon dolar alîkarîya firehkirina zindana Hesekê kirîye.

XS
SM
MD
LG