Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûrî Dibêje Firokên Amerîkî li Xalên Artêş Xistine, Amerîka Red Dike


Hêzên Îraqî li nêzî Elbu Kamal

Medya dewleta Sûrî îro Duşemê ragihand ku firokên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka li xaleke artêşa Sûrî ya li rojhilata welêt xist û bû sedema kuştin û birîndaran, lê leşkerîya Amerîka ew îdia red kir.

Medya dewletê ji zarê ji jêderekî leşkerî ragihand ku êrîş li el-Harra ya başûrê rojavayê bajarokê Elbu Kamal qewimî, lê ti hûrgilî ser qurbanîyan neda.

Fermandarekî ji hevalbendîya bo piştgirîya hikûmeta Sûrî ji Reutersê got ku “îhtîmal e ku Amerîkîyan” xalên komên Îraqê û ya artêşa Sûrî li navbera Elbu Kamal û Tanf bombe kiribin.

Serdar Major Josh Jacques ji Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CentCom) jî ji heman ajansê re got ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ti êrîş li nêzî Elbu Kamal nekirine.

XS
SM
MD
LG