Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Rewşa Mafên Mirovan li Sûrîyê Gelek Aloz Dibe


Paulo Sergio Pinheiro.
Paulo Sergio Pinheiro.
Desteyeke serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku rewşa mafên mirovan li Sûrîyê gelek aloz bûye û mafên mirovan bi awayekê mezin li wî welatî hatîne binpêkirin.

Di gotarekê de li Encûmena Mafên Mirovan ya N.Y. li Jinêvayê, berpirsê desteya N.Y. Paulo Pinheiro got, jiber ku haletên binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîyê hind belav û pir bûn, desteya wî neşîya lêkolînê li ser hemû haletan bike.

Pinheiro herwiha got ku hejmara çekdarên Îslamî li Sûrîyê zêde dibe û hebûna wan li wî welatî serhildayan ber bi tundrêyî dibe.
XS
SM
MD
LG