Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye ji Xalên çavdêrîyên Îdlîbê Venakêşe


Wizareta berevanîya Tirkiye ragehand hêzên wan ji xalên çavdêrîyan yên herêma Îdlîbê ya bakorê Rojava Sûrîye venakêşe digel qayim bûna êrîşên hêzên hikumeta Sûrî her ji 16 vê mehê.

Leşkerê Tirkiye li 12 xalan li Îdlîbê belavin ligor rêkeftina meha 9 a sala 2018 digel Rûsia.

Armanca rêkeftinê rêgirîye li her kirdareka leşkerî a hikumeta Sûrîye û koçberbûna sivilan.

Piranîya herêma Idlibê di kontrola çekdarên Tehrir el-Şam deye û akincîgeha pitîr ji 3 miliyon koçberên deverên din yên Sûrîya ne.

Rêkxistîya mafên microvan ya Sûrî dibêje, Li 23 vê mehê hêzên hikumeta Sûrî xaleka çavdirîya hêzên Tirkiye dûrpêç kirin piştî kontirol kirina hindek deverên Idlibê.

Wezirê berevanîya Tirkiye Xelosî Akar ragehand" em rêzê li rêkeftîna Tirkiye û Rûsia digîrin em hîvi dikin Rûsia ji rêzê li rêkeftînê bigre"

Herweha Akar da zanin ko em bi her awayekê dest ji 12 xalên çavdêrîyê bernadin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG