Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Gote Esed: Êdî Gelê Xwe Nekuje


Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Bêrûtê, Yekşem 15'ê Meha 1, 2012.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Kî-Moon roja Yekşemê daxwaz ji Serokê Sûrî Beşar El Esed kir ku kuştina gelê xwe bi dawî bîne.

Di gotarekê de li konferanseka taybet bi demokrasiyê li Cîhana Ereb, birêz Ban got ku “rêya serkutkirinê ber bi binbestê diçe.”

Birêz Ban li konferansa Bêrûtê got ku serhildanên Cîhana Ereb xuya kir ku gelên Ereb êdî desthilata yek-kesî qebûl nakin.

Li gor Neteweyên Yekgirtî, herî kêm 5,000 kes li serhildana Sûrîyê hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG