Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Piştgîrîya Cezayên Navneteweyî li Dijî Sûrîyê Nake


Sergey Lavrov.
Sergey Lavrov.

Rûsyayê ragihand ku piştgîrîya tu bizavên Neteweyên Yekgirtî nake jibo ragihandina cezayan li dijî rejîma Sûrîyê.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov roja Çarşemê got ku ragihandina cezayên navneteweyî li dijî Sûrîyê “ne rewa” ye.

Lavrov dibêje, Rûsya amade ye ku piştgîrîya her “pêşniyareka berhemdar” bike jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê. Lê belê wî got ku her biyrayeka Neteweyên Yekgirtî divê rêkê nede bi kar anîna hêza leşkerî li Sûrîyê.

Diplomatên Neteweyên Yekgirtî dibêjin ku Fransa, Brîtanya û Almanya ligel welatên Ereb kar dikin jibo amadekirina bernivîsa biryareka Civata Parastina Neteweyên Yekgirtî jibo veguhastina desthilatî li Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG