Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Endametiya Sûrîyê li Komkara Erebî bête Ragirtin


Dibe ku Endametiya Sûrîyê li Komkara Erebî bête Ragirtin
Dibe ku Endametiya Sûrîyê li Komkara Erebî bête Ragirtin

Karbidestên Komkara Erebî dibêjin ku wezîrên derve yên Ereb di kombûneka awarte de roja Yekşembî li Qahîre gotûbêjan li ser ragirtina endametiya Sûrîyê dikin.

Komkara Erebî ya 22-endamî her li vê salê endametiya Lîbyayê ragirt piştî rêberê berê Muamer Qezafî ferman da ku xwepêşanderên li dijî hikûmetê serkut bike. Lê belê Komkara Erebî piştî nemana desthilata Qezafî, endametiya Lîbyayê vegerand.

Welatên Ereb yên Kendavê daxwaza lidarxistina kombûna awarte ya roja Yekşembî kiriye.

Erebistana Saudî û welatên din yên Kendavê, balyozên xwe li Şamê vekêşan wek nerazîbûnê beramberî kuştina endamên opozisyonê ji layê hikûmeta Beşar El Esed ve.

XS
SM
MD
LG