Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkara Erebî Biryara Ragirtina Endametiya Sûrîyê Neda


Komkara Erebî Biryara Ragirtina Endametiya Sûrîyê Neda

Komkara Erebî ragihand ku mêvandariya hikûmeta Sûrî û komelên opozisyonê dike di bizavekê de jibo bi dawî anîna tundûtûjiya wî welatî.

Sekretêrê Giştî Nebîl El Erebî got ku Komkara Erebî li demê 15 rojan diyalogê li navbera rejîm û opozisyona Sûrîyê destpê dike.

Herwiha Serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Cassim jî daxwaza diyalogeka niştîmanî kir.

Jiber nakokiyan, Komkara Erebî ya 22-endamî neşiya endametiya Sûrîyê di Komkarê de rabigire.

Komkara Erebî her li vê salê endametiya Lîbyayê ragirt piştî rêberê berê Muamer Qezafî ferman da ku xwepêşanderên li dijî hikûmetê serkut bike. Lê belê Komkara Erebî piştî nemana desthilata Qezafî, endametiya Lîbyayê vegerand.

XS
SM
MD
LG