Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî: Herî Kêm 3,500 Kes li Sûrîyê Hatîne Kuştin


Neteweyên Yekgirtî: Herî Kêm 3,500 Kes li Sûrîyê Hatîne Kuştin

Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî ragihand ku herî kêm 3,500 kes li heşt mehên serhildana li dijî rejîma Sûrî hatîne kuştin

Peyvdara Neteweyên Yekgirtî Ravîna Şamdasanî herwiha got ku 19 kes bitenê li roja yekemîna Cejna Qurbanê hatîne kuştin

Hevdem, bizavkarên mafên mirovan dibêjin, hêrişa hêzên rejîma Sûrî li bajarê Homisê berdewam e.

Bizavkar dibêjin, bi kêmî ve du kes roja Sêşemê li devera Bab Amir ya Homisê ji layê hêzên rejîmê ve hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG